samedi 20 septembre 2008

Xatirê te...

Ji bo evîna me ez vê helbesta dawî dinivîsim
Ez dixwazim bi vê helbestê te bîr bikim

Dibêjin ku tu dibî rêwî
Bê gûman ez ê jî bibim sêwî

Dixwazim çend hêsrên çavan birjînim
Mixabin nikarim bigrîm

Li min wisa nenêre
Mesekine here
Êdî ne ji min hezbike ne jî min bifikire

Tu dizanî…

Wateye evînê te bi min da fêm kirin
Bi gotinekî te reng da jiyana min

Niha jî tu diçî
Lê bizanibe! Ez dibim nîvkuştî

Tu dizanî…

Dilê min ji min xeyidiye
Ji bo te deriyê xwe vekiriye
Xuya dike ku bi hêvî ye

Ez newêrim ji re rastiye bêjim
Ji ber ku ez dilê xwe nasdikim

Bila fêm neke ku êdî tu jê hez nakî
Ji xwe bê hebûna te xwîn vedirşe

Naxwazim dilê min bibihîse
Ji ber ku ji wendabûna te pirr ditirse

Bizanibe ku...

Min ji te hezkir
Ez ji te hez dikim
Ez ê ji te hezbikim

Xatirê te...

2 commentaires:

Anonyme a dit…

Dem baş heval pir xweş bun dilé te saxbe...heval weblogek mın jı heye ez jı helbestén xwe li wir diniwisim..lé aliye zimande kémasiyén min hene ez li ser kar dikim inşalah té baştir bibe... ez jı rojhilatim.. min dixwast weblogate link bikim.. sere ki me bide.. Sipas..Xebat Xweş
www.dengedilemin.blogfa.com
yA Heval Eva çi Zimane min tiştek fém Nekir !

Helbestên Kurdî a dit…

Rojbaş Bra,

Te pîroz dikim ji bo xebata te. Divê tu helbestên xwe berdaw bikî da ku pirsgirêkên ziman bên çareserkirin.

Tu dikarî bloga min bixî linka bloga xwe.

Serketin