dimanche 28 mars 2010

Namûs

Çar hezar sal berê, Yûnanan ava kir gotina “namûs”
Sal 2009, namûs bûye kavûs

Dîrokê xwe nûh kir
Lê namûsê xwe tûj kir

Dibêjin ku Jin namûsa Mêra ye

Dev berde ji wan çirokan.
Çi Jin çi Mêr

Êdî namûs bûye wekhevî
Jin bûye wek hêvî

Xedê mirovatî ava kiriye
Jin û Mêr wekhev çêkiriye

Xedê heznake ji hovîtiyê
Diparêze cudatiyê
Rûmetê dixwaze ji bo mirovatiyê


Amed, Batman, Suleymaniye…
Barajên laşên bê nasname
Bajarên goristanin bê navnîşan

Êdî bes e

Çawa tîrêjin rojê pêwîst e ji bo kulîlkan
Azadî jî wisa pêwîst e ji bo jinan.

Banga min ji we re

Ji bîr mekin

Jin hêviya jiyanê ye
reng cihanê ye

Namûs çi ye?

Namûs wekhevî ye
Namûs azadî ye
Namûs pêşveçûn e
Namûs mirovatî ye
Namûs rûmeta jinê ye
Namûs Jina azad e


09/11/09

Aucun commentaire: