samedi 13 septembre 2008

Ma min çi kiribû ?


Min jî dixwast…
Min jî dixwast hez bikim

Dema ku ez amade bûm
Bi rastî ez bi hêvî bûm
Lê Evîn wenda bû

Şevek tarî de Qederê deriyê min lêxist
Bê deng fermana min ji paşla xwe derxist

Erd û ezman li hev ket
Xeyalên min li ber bayê kur ket
Min fahm kir ku Qeder bi serket

Lê demek nepayî de Evîn vegeriya
Roj bi roj xwîna wê dikeliya
Hezkirin di dilê min de tê diza

Li hêlekê Qeder,
Li hêlekê Evîn

Li hêlekê ferman,
Li hêlekê evînek bê derman

Dilê min tê guvaştin
Xwîna min tê mêjtin
Gelo ev zulm li kuderê hatiye dîtin

Ma min çi kiribû ?

Ez êdî nikarim berxwebidim…
…we diterikînim

Zimanê min nagere bêjim
Xatirê we…



2 commentaires:

Anonyme a dit…

Bembark be!!!!
Piroz be!!!!!

Ez gelek hez dikim texte we!!!!
Hun kurde irakena??

Je souahite savoir si c'est aussi vous qui avait un blog qui s'appel Paris-Kurdistan, et si c'est aussi vous qui avait un blog sur la relgion au Kurdistan????

Moi aussi j'écris des poèmes, je me suis mit au kurde.....

BIJI ZIMANE KURMANCI !!!!

ERO

Anonyme a dit…

Zor spas ji bo peyama te. Bi rastî ez gelekî kêfxweş bûm.

Ez ji bakurê Kurdistanê me. Her du blog jî ne yê min in.

Ji niha ve ez te piroz dikim ji bo helbestên te û serkeftinê ji te re dixwazim.

ji bîr meke: Zimanê hebûna me ye.