dimanche 24 août 2008

Evîn û Qeder

Roja ku jiyana min Evîn naskir
Dilê min deriyê xwe yê bi salan girtîbû vekir
Kêfxweşî bi lez dest pêkir

Xwezayiyê xwe nûve xemiland
Kulîlkên azadiye peyam şand
Êdî jiyan û Evîn bi hev re dibin destan

Li hemû deveran hevî belav dibe
Mirovatî nûve ava dibe
Cihana pîrbûyî ciwan dibe

Lê wek her carî Qeder li ser rêya min disekine
Dixwaze bê destûriya min xwe li min bipiçîkine
Bi qêrînek hesûd Evîna min diqewtîne

Bi bêhna fire Qederê heşiyar dikim
Evîna min pîroz e, bê gûman im
Qeder, bîrneke ! Ez bi dil û can evîndar im


Aucun commentaire: