samedi 20 septembre 2008

Xatirê te...

Ji bo evîna me ez vê helbesta dawî dinivîsim
Ez dixwazim bi vê helbestê te bîr bikim

Dibêjin ku tu dibî rêwî
Bê gûman ez ê jî bibim sêwî

Dixwazim çend hêsrên çavan birjînim
Mixabin nikarim bigrîm

Li min wisa nenêre
Mesekine here
Êdî ne ji min hezbike ne jî min bifikire

Tu dizanî…

Wateye evînê te bi min da fêm kirin
Bi gotinekî te reng da jiyana min

Niha jî tu diçî
Lê bizanibe! Ez dibim nîvkuştî

Tu dizanî…

Dilê min ji min xeyidiye
Ji bo te deriyê xwe vekiriye
Xuya dike ku bi hêvî ye

Ez newêrim ji re rastiye bêjim
Ji ber ku ez dilê xwe nasdikim

Bila fêm neke ku êdî tu jê hez nakî
Ji xwe bê hebûna te xwîn vedirşe

Naxwazim dilê min bibihîse
Ji ber ku ji wendabûna te pirr ditirse

Bizanibe ku...

Min ji te hezkir
Ez ji te hez dikim
Ez ê ji te hezbikim

Xatirê te...

jeudi 18 septembre 2008

Kolanên Parisê

Tu dizanî…

Carnan rojên derbasbûyî tên bîra min
Ji nişka ve tu dibî mêvanê xeyalên min

Dema ku li kolanên Parîsê digerim
Bê te ez xwe wek sêwî dibînim

Qehwexaneyên Parîsê vala bûne
Kolanên wî lal bûne

Ez niha fêm dikim ku te Parîs xweş dikir
Û dilê min geş dikir

Tu dizanî…

Dema ku destên me digihîştin hev Parîsê kêf dikir
Me bi beza xwe kolanên wî kêfxweş dikir
Bajarê evîndaran bê gûman ji me pirr hez dikir

Tê bîra te dema ku me kolanên Parîsê li nav hevdu dixistin ?
Lê dîsa jî Parîsê ji bo xatirê evîna me mafîrên sor radixistin

Bi rastî jî Parîs bi evîna me ciwan dibû

Niha jî kolanên Parîsê te ji min dipirse
Dibêjin bila evîna te were netirse

Delalîkê !
Min ji kolanên Parîsê bêhtir bîra te kiriye
Dilê min şev û roj li benda te ye

Were ! em dîsa kolanên Parîsê bixemilînin
Tew nebe ji bo cara dawî em ji wan xatir bixwazin



samedi 13 septembre 2008

Ma min çi kiribû ?


Min jî dixwast…
Min jî dixwast hez bikim

Dema ku ez amade bûm
Bi rastî ez bi hêvî bûm
Lê Evîn wenda bû

Şevek tarî de Qederê deriyê min lêxist
Bê deng fermana min ji paşla xwe derxist

Erd û ezman li hev ket
Xeyalên min li ber bayê kur ket
Min fahm kir ku Qeder bi serket

Lê demek nepayî de Evîn vegeriya
Roj bi roj xwîna wê dikeliya
Hezkirin di dilê min de tê diza

Li hêlekê Qeder,
Li hêlekê Evîn

Li hêlekê ferman,
Li hêlekê evînek bê derman

Dilê min tê guvaştin
Xwîna min tê mêjtin
Gelo ev zulm li kuderê hatiye dîtin

Ma min çi kiribû ?

Ez êdî nikarim berxwebidim…
…we diterikînim

Zimanê min nagere bêjim
Xatirê we…



dimanche 7 septembre 2008

Biryarek bê seval hat dayin

Li dadgeha jiyanê hatim tawanbar kirin
Tawanbarname bê bingeh hat xwendin

Sedema tawanbariyê evînperestî
Ma we bi xwe Mem û Zîn nedipesinandin bi dizî ?

Dewsa xelatekê bidin min
kuştin hîsên min
Koçber kirin kenê min

Ez ji we dipirsim tawanbarno
Ma hun dikarin evîna min dadgeh bikin bêheşno

Evîn tiştekî piroz e
Dayînek xwezayî ye

Dev berdin ji wan biryaran
Nebin parastwanên qedexan

Bihêlin bila Mem û Zinên me zide bibin
Çîrokên me yên evînê nûh bibin

Berdin bila evîn nasbike azadiyê
Qedexe nekin vê hevaltîyê

Çawa kulîlk bi tîna rojê mezin dibe
Evîn jî bi hebûna azadiyê reng dide

We evîna min bê seval dadgeh kir
Ez jî we şermezar dikim


Werin…Ez hebûna xwe parve dikim

Hey ruhsînê tirsonek
Te dixwast ruhek

De were, işev bibe mêvanê min
Bi kêfa xwe bimêje xwîna min
Û paşê bigre ruhê min

Eger tu newer î
Ji min re bêje bi awakî vekirî

Netirse Ruhsînê şêrîn
Ez ê nekim qêrîn

Ji xwe kes naxwaze dengê min bibihîse
Ez ê wek berxek qurbanê li benda te bim

Ruhsîn ! gurê xwe jî bîne
Bila ew jî perçên laşê min biqedîne
Naxwazim ji hebûna min tiştek bimîne

Lê ez ji te tiştekî tenê dixwazim
Berde ez dilê xwe li ber derî bihêlim

Gava ku evîna min were
Bila lê negere

Ez hebûna xwe parve dikim

Ruhê min ji Ruhsîn re
Laşê min ji Gur re
Dilê min ji Evînê re


Ez hatim xapandin

Digotin jiyana li vê cihanê bi kirasê evînê tê xemilandin
Digotin derdên herî giran wek firek av tên daqultandin
Digotin xirabî her roj tê daleqandin

Lê ez hatim xapandin

Jiyan wek çerxa felekê dizivire li ser serê min
Ezraîl û hevalên xwe dîlanê digrin li dora min
Qeder xwedî derdikeve li paşeroja min

Bi gotinekî, ez hatim xapandin

Edî êş û derd bûn hevalên min ên rojane
Kêf û ken bûn bê mahne

Ez hatim xapandin

Lê ez nakevim, pênûs dibe hêza min
Pelek gewr dibe doşega hîsên min
Ez êdî nayim xapandin



Tu tergî ji min hezbike…

Berî çûyina te, ez dixwazim…
Erê, ez dixwazim li kêleka te bê deng runim
Bedewiya te ya xwezayî temaşe bikim

Tu tergî ji min hezbike…

Eger tu bêhilî, ez dixwazim…
Carek dawî destê xwe di nav porin te de bigerînim
Bêhna te bikşînim

Tu tergî ji min hezbike…

Wek rojên berê, ez dixwazim…
Ji bo xatirê evîna me lêvên te maç bikim
Destê xwe wek pilpilîngan li ser gepên te yên nazik bigerînim

Tu tergî ji min hezbike…

Rojên bê te, ez dixwazim…
çavên xwe bi şev û roj girtî bihêlim
Dengê derî guhdarî bikim

Tu tergî ji min hezbike…

Roja ku tu herî, ez dixwazim…
Têkevim xewek kûr û tarî
Hita ku tu vegerî

Tu tergî ji min hezbike…

Eger tu bixwazî…
Ez amade me bi salan li benda te bim
Hezkirina xwe ji bo te bi sed salan veşêrim

Tu tergî ji min hezbike…