dimanche 24 août 2008

Evîn û Qeder

Roja ku jiyana min Evîn naskir
Dilê min deriyê xwe yê bi salan girtîbû vekir
Kêfxweşî bi lez dest pêkir

Xwezayiyê xwe nûve xemiland
Kulîlkên azadiye peyam şand
Êdî jiyan û Evîn bi hev re dibin destan

Li hemû deveran hevî belav dibe
Mirovatî nûve ava dibe
Cihana pîrbûyî ciwan dibe

Lê wek her carî Qeder li ser rêya min disekine
Dixwaze bê destûriya min xwe li min bipiçîkine
Bi qêrînek hesûd Evîna min diqewtîne

Bi bêhna fire Qederê heşiyar dikim
Evîna min pîroz e, bê gûman im
Qeder, bîrneke ! Ez bi dil û can evîndar im


Carnan biriya mirinê dikim…

Di berbang sibê de tu dibî roja min
Roj diçe ava tu dibî hîva min

Tê bira min roja evîna te dilê min dîl girt
Sêpî li ser mêjîyê min vegirt

Tirsek bê nav bêhna min diçikand
Te azadiya min daliqand

Te ez kirim kêşê evîna xwe wek esrarkêşekî
Bê ujdan, te ez kirim nîvkuştî

Dixwazim biqîrim
Herim gilyê xwe bi Ezraîl bikim

Dema ku ez te nabînim
Biriya mirinê dikim




vendredi 15 août 2008

Ez nehatim fahm kirin

Çi bêjim, bi rastî nizanim
Wek Wendayî di nav hîsên xwe de digerim

Rojekî derdê dilê min sera çû
Dengê min tûj bû

Mêrantîya mejîyê min laşê min hejand
Ewrên reş ên tirsonek li ser dilê min neman

Hêvîyêk nuh xuya kir
Wek zarokek nuh bi jiyanê re bikene min kêf kir
Lê dîlana dilê min pirr berdaw nekir

Çer bû?

Nizanim, gelo ez lal bûme?
Yan jî seş milyar mirov kerr bûne?

Na keko…Hemû kes te dibihîsin
Lê naxwazin te fahm bikin



dimanche 10 août 2008

Evîna Kurdî


Ji çiyayên bilind xwe berdide
Bi leza havînê reng dide

Roj bi roj bîhna wê xweş dibe
Bi ken nêzîk dibe

Derîyê dil bi nazîkî lêdixe
Bi mizgînîyek nepayî diqîre

« Heşîyar be ! »

Ez çavên xwe vedikim
Erê, way hatîye, dibînim

Erd û ezman kirine yekitî
Diyar dibe ez bûme dilgirtî

Dîlan digrim bi awayekî govendî
Çi xweş e evîna kurdî


Ez Evîn im

Evîndar bûn hêsan e
Evîn bîr kirin bê îmkan e

Wek hêviyek bê nav
Xwe berdide valahiyek tarî

Mêjî dide sekinandin
Tu hêzek nikare hember derkeve

Carnan dilê mirova şa dike
Carnan mala mirova talan dike

Ji bo hineka kul e
Ji bo hineka hêvî ye

Ji xwe re dibêje ez evîn im